Bi destûrî Xwedê
-
Sibeyeke ji tarîye,
Karê wan û mirinê kirîye,
Ka werin ji me ra bêjin: xêrê we ji me ra kirin çiye?
-
Sibeyek ji hale,
Ser wan bûye qîr û qale,
Ji me ra bêje: xîret û namûs çi heye li bale?
-
Sibeyek şeve,
Birime cîyê heqan û hisêbe,
Wan hisab nîne ji mêl pêva.
-
Bin Ademê mal şirîne,
Her roj vedihewîne,
Ewî hisab bi mirinê nîne.
-
Bin Ademê zinêkare,
Bi şev û roj guhdare,
Lê emin nabe şermezare.
-
Zinêkar û kifar her du buxtane,
Li dinyayê belane,
Li axretê windane.
-
Heta nîva emrî li dinê bî,
Ji nîvê û paşî li ser rê bî,
Ji wê paşî tevlî dojê bî.
-
Di nîvê emir da îlm kir,
Li gel tolazên gundî xwe keşxe kir,
Ji wê paşî xwe ji axretê bê mefer kir.
-
Ka ev çavê li sertaserî?
Ka ew dewra xweş bi te ra dibuhirî?
Te hisab nedikir diçî nav agirê gurî?
-
Ka ew çavê te yê îşaretê?
Ka ew yarên te digirtin ji neyî, ji qewmîyetê?
Te hisab nedikir ji axretê?
-
Birime baxê gula, gula sor ewicî,
Gul di baxan da qurmiçî,
Yî bê temen bû, ne di dericî.
-
Birime baxê gula, gul navê,
Dostên Xwedê têne silavê,
Bê esil ketine davê.
-
Gula bînin û bixemilînin,
Gulên baxa temen tê nînin,
Rezên bê şûrhe nehevînin.
-
Hatî cêşê atqatê,
We heq nîne li vê qewmîyetê,
Fexir gêle wê li pey me tê.
-
Wan bigrin û bînin,
Hisab kin, wan bihesibînin,
Ji telpên giran ew şûn va dimînin.
-
Zebênîyên zav vehizirîn,
Şûrê zirav seqa kirîn,
Ser nezana hezin û girîn.
-
Ew dembûzê girane,
Şerqînî tê ser nezane,
Dembûs heqê ruhê dizane.
-
Behişt heye li ser xweşîya,
Tijîye ji telpên ewlîye,
Ew hemû xelkê dîn dinasîye.
-
Min li wê dîtin qesrên sor û sipîye,
Telpên xasa pişt telpên horîye,
Ew hemû xelkê dîn nasîye.
-
Ew çi dare şewq pêva?
Nuxteke dgehê ew yeke bi rê va,
Sibe bû, dibû şêve.
-
Sebeb çiye, ew naçinê?
Ew dewrana xweş birin ji rûyê dinê,
Çend dimeşin nagehinê.
-
Çendî dimeşin ber bi jêre,
Ewan xwe ji alima vedişêre,
Ew ji bê esla nedibûn têre.
-
Alim yî fere ser sunetê,
Ew gule li nav ometê,
Ew dihesilîne li axretê.
-
Ew kîye dibêje: alima fêde nîne,
Ew însan dierifîne,
Ji axretê dihesilîne.
-
Ew alim li qeda we ye,
Hukimê xweş li pêşiya we ye,
Di zêde bin fêda we ye.
-
Here û were xûna te ye,
Darek li nîva hewşa te ye,
Mêrê lê xe, fêda te ye.
-
Mêrê lê xe ne bi nezanî,
Ewê darê ber girt û xilfek dibirî,
Xilfê dikire erzanî.
-
Ew civate li pêşî mala we ye,
Wêda neçe, ne rêya te ye,
Ew çi bêjin, bê feyde ye.
-
Ew çi bêjin rêya dinê,
Kevlê giran qube li dinê,
Qesra zêrîn neqeb ketinê.
-
Xatira wî birayî,
Tev de rabin bi tebayî,
Temametî bi navê Şîxadî, Melek Şêx Sin û Xwedayî.
Ev têkiste qewilzan û lêkolînvanê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji welatê Gurcistanê ji minra şandibû . sopas û daxwaza serketinê ji wîra dikem :
Bedel Feqir Hecî
كتبها بحزاني نت في 02:32 مساءً ::
