Şîna Aşiqan

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:26 م

Şîna Aşiqan

 

Bedelê feqîr hecî

Elmanya 2003

 

Dema dilber neçar bûyî xatirê bixiwaze û dûr here ,

bi rûkên wêda firmêskên dilkeser û kovandara hatine xiwar ,

destên xiwe ji bo xiwedê xiwe yê daliqandî li ser xaçê bilindkirin ,

lewa jî tiracîdiya xaçkirina hezretî Îsa dubare bû ,

ewî daxiwaz ji celada kir , hinekê lêxistina bizmara li esr dest û pên wî gîroken ,

da ku ji xaça xiwe were xiwar û rondikên qîza xiwe bimale …….

 

Dengê nalîn û ofînên min jî gehiştin tev dera , li erda û hem jî li ezmana ,

mestî sikranim ,

ketime coreke giran ,

bûme nexiweşekî pirr bê hal ,

taya mirinê ez girtim ……

 

li ezmana firîşte û horîya semaya xiwe ya perwestinê ya kû li dora Xiwedê dikirin û dizivirrîn rawestandin û kirine govenda Mewlanayê romî ,

dakû bîrewerya aşiqê mezin Şemsê tewrêzî li darxin û hinekê beşdarî xemên mirovan bin û piştevanîyê li wefadara bigirin ……

 

Belê ji bo xema dilê me ,

Bûdayê hekîm kenîya xiwe ya her û her deqîqeyekê rawestand û beşdarî xemên me bû ,

li Gelgamişê somerî   û  mîr Mihê êzidî  sivik bû karesata mirinê ,

hinekê xiwe ji bîr kirin piştî bi halê me yê perîşan zanîn û gotin :

tenê aşiq zîndîne û nemirin ……

 

Ji bo xatira derdê me ,

li Bexdayê Helac dûbare sax bû ,

Helac li gemyekê yî siwar bû û bi robarê Dîcleda bo sefereke tim û tim û nevegerr di ço û banî dikir :

ezim Xiwedê û ,

Xiwedê eşqe û ,

tenê aşiq Xiwedê nas diken ……

 

Ne her eve ,

Beko ewan jî , li kiryarên xiwe peşîman bû û lêborîn ji Mem û Zînê xiwest,

Û soz da çu carên din bê dilya aşiqan neke ……

 

Temûzê Babilî jî şîn gêrra û mana xiwe li cîhana bin erdî dirêj kir û êdî ne xiwest vegerre ,

Lewa jî ,

Hekîmên Misrî û Girîkî porrê xiwe tiraşîn û bi pê xiwasî xiwe pîşandanek birine derê komelgehên Xudawendên Olimpîya û girîn û ,

Metrsîya wê yekê xuyakirin ,

Lewa jî Zîyos derket û soz da ,

seferê li gel Îştarê li binya erda biket ,

da Temûzî qayîl ken kû derkevte ser erda ,

ji ber kû ,

aşiqên genimî tev li hîvîyêne û jiyan bêy vegerra wî êdî hew berdewam dibe …..

 

Belê , belê , ji bo xemên me ,

ji bo keserên me ,

ji bo şîna me ,

gula pelgên xiwe werandin ,

li ezmanî kesk û sorê rengê reş li xiwe zêdekir ,

pelatînik li beharê hew xuyabûn ,

deryayê êdî gemî hew hewandin ,

zarok êdî hew girnijîn ,

dayika lorkên xerîbîyê ji bo dergûşên xiwe vegêrran ,

Bilbila ,

bilbila sirûdên eşqê hew sitiran ,

sazbenda êdî mozîk hew jenîn ,

saqî ji meyxanê turrebû , û êdî hew qedehên şerab û meyê dagirtin ,

volkan vemirîn û êdî hew agir rijtin ……

 

borîn wext û zeman ,

geryam li her cî , û  min pisyara dilbera xiwe ji geleka kir ,

ji bayî , ji rojê , ji robara , ji daristana , ji kulîlka , ji refên qaz û qulinga , ji qintarên xezal û pezkûvîya , ji şoreşvanên serê çîya , ji koçerên deşt û zozana , û ji Xidirê zînde ……

 

teva got :

belê em wê nas diken ,

li mehê carekê em wê dibînin ,

ewe,

heyva ,

çarde ,

şevî ……………………………………..

 

 

 

 

 

 

 

 

أضف الى مفضلتك
  • del.icio.us
  • Digg
  • Facebook
  • Google
  • LinkedIn
  • Live
  • MySpace
  • StumbleUpon
  • Technorati
  • TwitThis
  • YahooMyWeb

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
التصنيفات : غير مصنف | أرسل الإدراج  |   دوّن الإدراج  


اكتب تعليــقك
الإسم الذي سيظهر على التعليق
مشتركي مكتوب
اسم آخر