SILAVÊD MELEK FEXREDÎN
Bi destûrî Xwedê
- Silavêd Melek Fexredîn ji wer tên,
Ji behrêd kûr tên,
Telebê melkê xefûr tên.
- Silavêd Melek Fexredîn ji erda tên,
Ji ba xasêd bi nîşan tên,
Telebê melkê rehman tên.
- Silavêd Melek Fexredîn ji Padşayî nabihure,
Heçî fehm û aqil serî da heye her û here,
Dê nesîhetêd têya Siltan Êzîd çak hilgire.
- Riya Êzîd da destê nezana,
Ew pê xebîr nebûn bi tu erkane,
Lome ji wan nakim, heqê wane.
- Padşayê mino yî bêrîye,
Riya Êzîd bi destê xasa dispêrîye,
Dayîm ruhêd momina dihijmêrîye.
- Ew fikre, fikreke bi taqete,
Hincîyê ruha bi ebadet û micadete,
Ew ruhe li ba Xwedê ye bi ezete.
- Heqe em bifikirin,
Li heft qapîya bi bihurîn,
Ji ew paş li dîwana mîr biwesilîn.
- Ez birime dîwana mîr,
Danî ber min şêx û pîr,
Birime hizreta melkê celîl.
- Ez birime ba wîye,
Hincîyê xebîr nebû bi cime’tîya,
Dikêşane destê zebênîya.
- Ewin zebênîyêd pir wesfete,
Natirsin ji tu milete,
Xeyrî birayê axretê bi taqete.
- Ewin zebênîyêd pir xedare,
Ew bi gazî û heware,
Bi kesî ra naaxivin bi zare.
- Dibêjme we xwedanêd kura,
Dê diajone tarîya û muxatira,
Zêde tên gunehkarêd bira.
- Dibêjme we gelî yara,
Riya yar û birê axretê mekin bazara,
Da li roja axretê we nehavêjne dojê û devêd mara.
- Gelî bira tirsa min ji wêye,
Banga min ber mewlêye,
Ya Xwedê, horî têne rêye.
- Tirsa min ji wane,
Horîya xêl hilanî ser çavane,
Bûne dav û diçine pêşiya xasane.
- Ezîzê min, em hatin,
Bi riya Padşayî xebatin,
Şikir, horîya em ne diaxavtin.
- Li ezmana bû bangîne,
Li meleka bûye şayî û mizgîne,
Bi xêr hat Ezîz Melek Fexredîne.
- Li ezmana bûye xebere,
Horî xemilîn kesk û sor û zere,
Bi xêr hat Fexrê babzere.
- Ez birime wan cîya,
Hatine pêşiya min telebêd ewlîya,
Dîndara Siltan Êzîd bi tenê ye esilîye.
- Ku birme wê navê,
Kêşame cîyê silavê,
Birêne horîya û davê!
- Her hûn birêd min yê dilgirin,
Bi şirîniya horîya nefikirin,
Da li dîwanêd xasa biwesilin.
- Ezîzê min, em bi vê yekê ne di înkarî,
Xafila û gunehkara bavêje dojê û devê marî,
Em û horî ji yek têne vavarî.
- Heke te divêd bigehîye mirada,
Riya Siltan Êzîd bike cada,
Da li roja axretê hemû karêd te li ser te bibin şehde.
- Hincîyê bi feqîra neguhdêrî,
Razî nabe bi hukimê yekî bêrî,
Emanet xwe pê nespêrî.
- Riya Siltan Êzîd bihevîne,
Xasa pê hatî bawer û yêqîne,
Mîr û muhibeta Xwedê ye şirîne.
- Ev fên fêneke xedare,
Zora terk kirin male,
Çon û axret kirin ji xeyale.
- Zora malêd xwe terk kirin,
Riya Siltan Êzîd çak bigirin,
Da bi silametî bibihurin.
- Bi riya Xwedê bibin xebîr,
Şîreta yar û birêd axretê mekin ji bîr,
Da li axretê bêjne we pîr.
- Li riya Xwedê mebin xerifî,
Hincîyê li rast riya xwe ne bi xof bî,
Hizke bila bibe heywanekî kûvî.
- Hat çarşembûya serê nîsanê,
Hatime sûka îmanê,*
Hat xebera wê dîwanê.
- Hat xebera wan derwêşa:
Li dîwana, ji mêr û muhibeta gelîyê Lalişê dikêşa,
Xafillêd vê dinyayê şûr lê dikêşa.
- Hat cewaba van pîra:
Desta didine ser letan û herîra,
Li vê dinyayê direvin revêd xenzîra.
- Ewin xwedanêd herîr û leta,
Ewin xwedanêd cindî û coqeta,
Li vê dinyayê direvin revêd bê mirweta.
- Sunî ku sunî ne,
Sediq û sena sindrûk û perîyêd zêrîne,
Xafila behir* tê nîne.
- Sunet ku sunete,
Sediq û sena wan çêbû zor heybete,
Xafila hêwirandin zîyarete.
- Birano, sindrûka bestî kirî miraza,
Ewin cindîyêd delq û tanc û miraza,
Xafila bi zîyareta ava kirî merza.
- Ev kare, karekî bi taqete,
Navda çêbû zor heybete,
Xafila hêwirandin zîyarete.
- Melek Fexredîn go:
Dilê min natirse ji vî qewlî,
Bay hat û bir toz û xizamî,
Kiryara me û hazir û guhdêra hebe li vî qewlî, li wê rojê, li wê mehderê.
«Em kêmin û Xwedê temame».
*par
ev têkiste qewilzan û lêkolînvanê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji weltê Gurcistanê ji mira şandîye . daxwaza serketinê jêra dikem .
Bedel Feqîr Hecî
كتبها بحزاني نت في 02:25 مساءً ::
