QEWLÊ ÎMANÊ

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:22 م

        

   QEWLÊ ÎMANÊ

 

             Bi destûrî Xwedê

 

  1. Xelko jîr û zane,

Werin ji min ra bidin beyane,

Ka îman ya bi çi nîşane?

 

  1. Wextê nifûsa me li dinê digeriya,

Min hindek dîtin gedayî ye,

Bihesibînin wan eynet çîye?

 

  1. Bihesibînin çenda li kêmda,

Hincî îmana xwe bi temaya dinê da,

Ew ço ji rizqê dojê ra.

 

  1. Ji ya me êzidîya ye xuyaye,

Ne bi hidûm heye, ne bi xewnaye,

Bi qelema girtîne û erkane.

 

  1. Libsê îmanê hilînin,

Toka Siltan Êzîd nexeyrînin,

Ewa erkaneke, ka çendî dimînin?

 

  1. Derewîn heye yê betale,

Û çirke li ba hevale,

Bê qîmete li ba extiyare.

 

  1. Wê îlme yê teke, wê te kewnîne,

Wê te hesibîne, wê te ceribîne,

Ka kî direve û kî dimîne?

Sed xozka wî be nexeyrîne.

 

  1. Ew kî bû berî Adem li erda bû?

Bi wî hêvênî bi çi renga bû,

Kî îmam bû, kî hosta bû?

 

  1. Ji wî hêvênî bi çi rengîne,

Bi sidqe û heya û nasîne,

Aşiqin fidawîne.

 

  1. Ew bû sura me ya ji mêja,

Adem çêkir, Hewa jê ra,

Beşer çêkir ji cerbê ra.

 

  1. Hincî borê beter bê lixaf kir,

Û ew lê av li behrê kar kir,

Ew xwe ji zuretê Adem hisab kir.

 

  1. Miletek heye ne ji Ademe,

Hincî behra av tê nema,

Dar kesk bin li gelek çema.

 

  1. Ew miletê yî bi mirwete,

Yî bi xîrete, yî bi ebadete,

Hêvênê wan ji ba miliyakete.

 

  1. Derewîn heye yî betale,

Yî bê ebadete, yî xeybetkare,

Yî derewîne, yî betale.

 

  1. Heke yekî derewek li ba xwe çêkir,

Padşê min derd û derman bi heqê wî kir,

Ew şikestî bû, xwe li gora wî kir.

 

  1. Bertîkê nexwe ew derware,

Derewê neke wê bela be,

Doje heye bi dupiştk û mare.

 

  1. Xwe bi malê dinê nekubrîne,

Muhtac hatin te digo nîne

Heke yê bi aqile dewistîne

Heke temakare bila heqîyê tîne.

 

  1. Ji temayê şîn berda,

Ji bênamûsî li îman derda,

Hukim heye wê bête ser te.

 

  1. Bixebite xwe jê derîne,

Muhtac hatin li ber te digirîne,

Û tu bê recû bûyî te digo nîne

Padşa ewe dewestîne.

 

  1. Ji ber malê dinê nanivin,

Doje heye wê tê dikevin,

Ew tobe kin jê dernakevin.

 

  1. Padşayê min ezman çêkir,

Erdê Xwedê te’am tê kir,

Qasî hemûyê hukim çêkir.

 

  1. Cehnem heye ye bê xoşîye,

Şewqek têda ne diîsîye,

Ji vê bêtir û hindî dîye.

 

  1. Wê wan havêjne nav seqere,

Ewin bê xêrin, bê mehdere,

Ewê bê behr bin li her du sere.

 

  1. Li wê hebsê nayêt sibehî,

Çend cemed heye jê dernakevî,

Ew bû bazareke te ji xwe ra kirî.

 

  1. Wextê li erda te dewr dibirî

Tu çend li xwe bidey sernakevî,

Hevalêt te birine agirê gurî.

 

  1. Ebadet bike da bi serkevî,

Bi rêda bisekine jê dernekevî,

Tu xebîr bûyî te îman kirî.

 

  1. Birme behiştê mêrgekê,

Rengê xoş lê hiltê,

Ev dinya ne hêjaye saleke hingê.

 

 

  1. Ew behişt ye enzelîye,

Min mêrgek li wê dît bi xoşîye,

Qesrek tê bû diîsîye.

 

  1. Ew qesre çendî ye mezine,

Pênc sed xurfe tê hene yêt rûniştine,

Ew kî mêr bû digo: ser navê mine!?

 

  1. Birme behişta Adî hewase,

Min li wê dît def û zembîr û axler û saze,

Horî sekinîne hîvîya kase.

 

  1. Li behiştê mêrgek tê bû,

            Horiya bin Hena ji ba me bi rê bû,

            Milkê wê li wê mêrgê bû.

 

  1. Li behiştê mêrg bi nav bûn

Horî têda zaf bûn,

Li hatina erda qane’ nebûn.

 

  1. Li behiştê mêrg hene tijî te’ame,

Coyêt avê jê berdane,

Şalûl û bilbil li ser dixûnin bi zar û zimane,

Temametiya vî qewlî li Xwedê û Xwedane.

 

 

«Em kêmin û Xwedê temame.»

 

Ev qewle lêkolînvan û qewilbêjê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji welatê Gurgistanê ji minra şandîyê ,em jî li çend malperên înternêtê belavdikeyin , hivîdarîn sud û mifa jê bête wergirtin.

  

Bedel feqir Heci      

 

  

أضف الى مفضلتك
  • del.icio.us
  • Digg
  • Facebook
  • Google
  • LinkedIn
  • Live
  • MySpace
  • StumbleUpon
  • Technorati
  • TwitThis
  • YahooMyWeb

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
التصنيفات : غير مصنف | أرسل الإدراج  |   دوّن الإدراج  


اكتب تعليــقك
الإسم الذي سيظهر على التعليق
مشتركي مكتوب
اسم آخر