QEWLÊ ÎMANÊ
Bi destûrî Xwedê
- Xelko jîr û zane,
Werin ji min ra bidin beyane,
Ka îman ya bi çi nîşane?
- Wextê nifûsa me li dinê digeriya,
Min hindek dîtin gedayî ye,
Bihesibînin wan eynet çîye?
- Bihesibînin çenda li kêmda,
Hincî îmana xwe bi temaya dinê da,
Ew ço ji rizqê dojê ra.
- Ji ya me êzidîya ye xuyaye,
Ne bi hidûm heye, ne bi xewnaye,
Bi qelema girtîne û erkane.
- Libsê îmanê hilînin,
Toka Siltan Êzîd nexeyrînin,
Ewa erkaneke, ka çendî dimînin?
- Derewîn heye yê betale,
Û çirke li ba hevale,
Bê qîmete li ba extiyare.
- Wê îlme yê teke, wê te kewnîne,
Wê te hesibîne, wê te ceribîne,
Ka kî direve û kî dimîne?
Sed xozka wî be nexeyrîne.
- Ew kî bû berî Adem li erda bû?
Bi wî hêvênî bi çi renga bû,
Kî îmam bû, kî hosta bû?
- Ji wî hêvênî bi çi rengîne,
Bi sidqe û heya û nasîne,
Aşiqin fidawîne.
- Ew bû sura me ya ji mêja,
Adem çêkir, Hewa jê ra,
Beşer çêkir ji cerbê ra.
- Hincî borê beter bê lixaf kir,
Û ew lê av li behrê kar kir,
Ew xwe ji zuretê Adem hisab kir.
- Miletek heye ne ji Ademe,
Hincî behra av tê nema,
Dar kesk bin li gelek çema.
- Ew miletê yî bi mirwete,
Yî bi xîrete, yî bi ebadete,
Hêvênê wan ji ba miliyakete.
- Derewîn heye yî betale,
Yî bê ebadete, yî xeybetkare,
Yî derewîne, yî betale.
- Heke yekî derewek li ba xwe çêkir,
Padşê min derd û derman bi heqê wî kir,
Ew şikestî bû, xwe li gora wî kir.
- Bertîkê nexwe ew derware,
Derewê neke wê bela be,
Doje heye bi dupiştk û mare.
- Xwe bi malê dinê nekubrîne,
Muhtac hatin te digo nîne
Heke yê bi aqile dewistîne
Heke temakare bila heqîyê tîne.
- Ji temayê şîn berda,
Ji bênamûsî li îman derda,
Hukim heye wê bête ser te.
- Bixebite xwe jê derîne,
Muhtac hatin li ber te digirîne,
Û tu bê recû bûyî te digo nîne
Padşa ewe dewestîne.
- Ji ber malê dinê nanivin,
Doje heye wê tê dikevin,
Ew tobe kin jê dernakevin.
- Padşayê min ezman çêkir,
Erdê Xwedê te’am tê kir,
Qasî hemûyê hukim çêkir.
- Cehnem heye ye bê xoşîye,
Şewqek têda ne diîsîye,
Ji vê bêtir û hindî dîye.
- Wê wan havêjne nav seqere,
Ewin bê xêrin, bê mehdere,
Ewê bê behr bin li her du sere.
- Li wê hebsê nayêt sibehî,
Çend cemed heye jê dernakevî,
Ew bû bazareke te ji xwe ra kirî.
- Wextê li erda te dewr dibirî
Tu çend li xwe bidey sernakevî,
Hevalêt te birine agirê gurî.
- Ebadet bike da bi serkevî,
Bi rêda bisekine jê dernekevî,
Tu xebîr bûyî te îman kirî.
- Birme behiştê mêrgekê,
Rengê xoş lê hiltê,
Ev dinya ne hêjaye saleke hingê.
- Ew behişt ye enzelîye,
Min mêrgek li wê dît bi xoşîye,
Qesrek tê bû diîsîye.
- Ew qesre çendî ye mezine,
Pênc sed xurfe tê hene yêt rûniştine,
Ew kî mêr bû digo: ser navê mine!?
- Birme behişta Adî hewase,
Min li wê dît def û zembîr û axler û saze,
Horî sekinîne hîvîya kase.
- Li behiştê mêrgek tê bû,
Horiya bin Hena ji ba me bi rê bû,
Milkê wê li wê mêrgê bû.
- Li behiştê mêrg bi nav bûn
Horî têda zaf bûn,
Li hatina erda qane’ nebûn.
- Li behiştê mêrg hene tijî te’ame,
Coyêt avê jê berdane,
Şalûl û bilbil li ser dixûnin bi zar û zimane,
Temametiya vî qewlî li Xwedê û Xwedane.
«Em kêmin û Xwedê temame.»
Ev qewle lêkolînvan û qewilbêjê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji welatê Gurgistanê ji minra şandîyê ,em jî li çend malperên înternêtê belavdikeyin , hivîdarîn sud û mifa jê bête wergirtin.
Bedel feqir Heci
كتبها بحزاني نت في 02:22 مساءً ::
