Qewlê Dayik û Baba
كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 14:21 م
Qewlê Dayik û Baba
Menid ji şex Fexir pirsîye
Tu bi heqî key îlahîye
Irkana mêrê êzidî çîye ….
Fexir wê badiket surre
Ji keşkula xiwe di înte der durre
Ji mendê xiwera di hûne û vediçirre ….
Firwarek hat ji ‘ezmana
Rêz û risim û hed û sed bo me danane
Êk ji wan , wesîyeta dayik û Babane ….
Firwar hatîye ji ba melekê celîl
Li hemû wexta li hemû bedîl
Ji berî Isa û Musa û Birahîm el xelîl ….
Firwar hat ji ba Êzîdê sore
Bi emrê wî lêda more
Li emrê wî bi weste û lê nebore ….
Hizra xiwe bike li vê dinê
Bi emrê pedşayî bi tinê
Ewî dana Bab , ewî dana Dê ….
Ez di bêjme we : hûn neken ji bîr
Ez di bêjme we : xelkê êrifî zana yî jîr
Hûn çu cara bêy Dayik û Baba neken tekbîr….
Li ser te ye danaye heqe
Li gel Dayik û Baba neken axaftina reqe
Da ser û zuman li ser we nebin şeqe ….
Kesanê dilê wan hişte
Ewî dilê terîqeta xiwe ji xiwe hişte
Li axretê yî bê pale yî bê pişte ….
Heqe tu li wan bikey silave
Û zîyaretî bî li desit û çave
Li hemû suba li hemû gava ….
Yî şikestîye destê ser rabî
Li dinê û axretê tena nabî
Dê di agirê dojêda terrabî ….
Ew pîsekî sefîl yî rû reşe
Ew gayekî şaş yî beşe
Mêrê bê Dayik û Baba gava xiwe pavêt û bi meşe ….
Neh meha tû xudan kirî
Ji av û agir tû dûr kirî
Xewêt şeva li xiwe herm kirî ….
Bab li ‘erda hostaye
Mal bi wî ye rawestaye
Ta’eta wî ta’eta Xudaye ….
Heke tû çil çilî bi rojî bî
Heke tû çilêt dî bi micade û ‘ebadet li pê bî
Fayde naket tû ne li ta’eta Dê û Bê bî ….
Heke tû dilê Dayê şayî nekey
Û dilê Babê tena nekey
Fayde naket , heke tû sed salî ‘ebadet bikey ….
Heke Dayik û Bab ji te nebine razî
Tû çenid bikeye hawar û gazî
Tû çu cara miraz nabî ….
Ne bêje tû Deykeke pîrî
Û bê hizreke bê bîrî
Heke bi wê Deykê nebit , tû naçîyê dîwana mîrî ….
Ne bêje pîremêrekî kale
Û zergûnekî bê hale
Heke bi wî babî nebit , tû naçîye dîwana Xudê te’ale ….
Ew gava nesax di bin
Ew bê desit û pê dibin
Cayize hingî di xizmet da bin ….
Bi destî bi gire bi gêrre
Bi Lalişêve bi hinêre
Rehmekê vêrra bi bêre ….
Vêrra bi de xêre
Û du’ayekê bi ke ji melekê cebêre
Da tû şermezar nebî li gel melkan û mêre ….
Ev qewle min ji cem qewil zanê hêja û jêhatî berêz ( MERWAN BABIRI ) li meha nîsanê 2006 li bacêrê Oldenburg daye nivîsîn , pirr ji dil sopasîya wî dikem û daxiwaza serketinê jêra dikem .hejî gotinêye kû wî ji cem berêz ( ELI BABAŞÊX) wergirtibû .
Bedelê feqîr Hecî
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
التصنيفات : غير مصنف | أرسل الإدراج | دوّن الإدراج
























