Qewlê Lawikê Pîrano
1- hey lawekî pîrano :
heyameka denga me bê
te me’nî heyne ceng bi nîşan ….
2- hey lawekî pîrano :
yarî hene heya diken
denga dibên te pêwanî rikêba
destê wan yî li celewa
çavê wan mi’eleq li stêrra di mînî li hewa....
3- hey lawekî pîrano :
min cindî siwarek di vêt ji malêt adîya
û min minêdîyek ji mêra meleka biçite ser banêt bilind bang di dêrî
bor berdaye bora bînî
bo bestîya havil birî ....
4- hey lawekî pîrano :
şêr derketin ji bîşa
bazî firîn ji mewtina
feqîrêt xudan kerem rabûn ji ber berêt mêrava....
5-hey lawekî pîrano:
ev dinya bi çî dimînî ?
bi dilê ne layîqa û aşiqê peza kuvî dimînî .
nalînêt min di ên weke yêt dil bi birîna
û erzinkêt min di ên weke yêt dil bi kovana
xozî li pê wan nalîn û erzinka ez bi çobama ....
6- hey lawekî pîrano :
heke te ne kivanî kişandî
û heke te ne tîrek meşyandî
û heke te ne birînek xiweyandî ....
7- hey lawekî pîrano :
heke te ne kivanî kêşayî
û heke te ne birîne xiweyayî
û heke te ne tîre meşyayî ....
8- hey lawekî pîrano :
her kêlekê kalyek
û her milekî nalyek .
ew hala besta zumanî
heta kirim nekevne binê dinanî
kale kala cegerê ne birî ji batmanê ….
9- hey lawekî pîrano :
ew halê wî bê hîvî
û heta kirma didanê wî jî nekire nîvî
kale kala cegerê ne birî ji hîvî ….
10- hey lawekî pîrano:
ev dinya bi çî dimînî ?
bi dilê ne layîqa di mînî
mîna berxekî wekî beharê û seyadê mîra ji ber makê bi hilînî ....
11- hey lawekî pîrano :
heke tu ney mal hiştî
û heke tu ney dil birijtî
û heke tu ney gîyan kuştî ....
12- hey lawekî pîrano :
mal hiştîya malê xiwe di vêt
û dil birijtîya dilê xiwe divêt
û gîyan kuştîya gîyanê xiwe divêt ....
13- hey lawekî pîrano :
her kêlekê kalyek
û her milekî nalyek .
belê te ne rastîya zimêne
û te ne sunda bi sultêne
belê evebû xilmeta te lê gîyan dida ....
14- hey lawekî pîrano :
wextê te mertal havête nêva mila û te xirrand
û te maş û cembeqî ji mîrê mezin distand
lew mîrê mezin berê xiwe ji te werdigêrand ....
15- hey lawekî pîrano :
zemanekî birme mezin meydana meleka ,
min kor dîtin bi dav û dahol
xendek hebûn bi nehîn
min zor di wan kor û xendekada dîn
ewin yêt ser gerdenî û gêla cehnîv bi nehîn
belê ser rumê wan şikestî ….
16- hey lawekî pîrano :
leng nebe da leng te ne xiwînin
xiwe bi ruma rastîyê venê ,
bila te bi dest ne vekişînin
pêt lenga di rikêbada namînin
destê lenga sêfa na qefilînin
xam û inkar , leng û berdoleng dê li xurbetêt giran da mîmin
belê dilê xiwedan îman û xiwedan irkana ,
çu cara ji mêr û muhebeta sultan şîxadî xalî na mînin ....
17- hey lawekî pîrano :
rojekê dê pêyêt lenga ji rruyê vê xirabe fênîyê kişînin
û dê zîna ser kivalara xiweşînin
û xam û inkar leng û berdoleng dê di xurbetêt giranda mînin
belê dilê xiwedan îman û xiwedan irkana ,
ji mêr û muhebeta sultan şîxadî na mînin ....
18- hey lawekî pîrano :
here kind neke borê teye
avê bidê bi sehet
cehî bidê bi qîyas
bejneke te ye bilind
gerdeneka te ye xas
rast pajo bi rêda
êba serê sumê derke
ji ew paş borê xiwe li mezin meydana melka bi sereder ke ....
19- hey lawekî pîrano :
zemanekî ez birme mezin meydana meleka
min dît ezî cindî û borê min borê cindîya
û silyêt min pêlê dikirin silîyêt ceng çîya ....
20- hey lawekî pîrano :
zemanekî ez birme mezin meydana melka ez ney cindî
borê min ne borê cindîya
û silyêt min pêlê dikirin ne silyêt ceng çîya ....
21- hey lawekî pîrano :
ez birme ber dolenge
borê min kêşane ber xerbende
silîyêt min bune silîyêt lenge
hey ho te malik nebit wêran ,
te şermezar kir lawikê pîre….
22- hey lawekî pirano:
birênê mêlê çî kir
xiwe di dilê sultan Birahîm bi cî kir
lew sultan Birahîm xoristan terk kir ....
23- hey lawekî pîrano :
sultan Birahîm terk kir xoristane
nedera xiwe da nedera xasane
lew bû rêzanekî ji wan rêzane....
24- hey lawekî pirano :
mêra mîre
ronaya dilêt feqîre
bar tê nebit çu cerig kure ....
25- hey lawekî pîrano:
mêra meleke
ronaya dilêt aşiqe
bar tê nebit xiwedanêt şike ....
26- hey laweki pîrano :
mêra meleka fesale
û ciwanê bi çite bale
dest kuja wî ye helale ....
27- hey lawekî pîrano :
mêra meleka heqîqete
û ciwanê bi balve di herite
û pîrînyekê lê di kete
dê ji êbê betal kete ….
28- hey lawekî pîrano :
dê betal ket ji êbê
û di pişt êk û duda meken xêbê
lêk rûnên bi heqîya Şîxadî û melik Şêx Sin ,
vêkra bi ken heq û hisêbê ….
29- hey lawekî pîrano :
banga mine bo xudanêt me’rîfetê
mêra meleka bi kefte sunetê
nekefte xulfetê
îro dinyaye , sube bangê axretê ….
30- hey lawekî pîrano :
banga mine bo xiwdan esla
ne bo bê esla
xiwedan esil bo xiwe vedşêrin
belê bê esil nizanin bo xiwe veşêrên
di çine ser banêt bilind û bang di dêrin ....
31- hey lawekî pîrano :
sil nabin çekêt cindîya
xalî nabit ji dilêt şewqîya
mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis adîya ....
32- hey lawekî pîrano :
zemanekî birme mezin meydana meleka
min sê kor di dîtin di kûr di tarî
min cindîyêt mîr di dîtin di dîwanî
ew di mejxulin bi surra sultanî ....
33- hey lawekî pîrano :
li te cayîze mêrê derwêş sê borêt wî di rabest hebin
şehekî cergehî
kimêlekî meydanî
bozekî roja qetlê ....
34- hey lawekî pîrano :
av na minit , ile selîbek ji selîbêt kanîya
û gîya jî na mînit , ma , li mêrgekê ji mêrgêt eslîya
mêr û meleke xalî nabin ji mezelêt pis axîya ....
35- hey lawekî pîrano :
min zênare li wê rojê
li zavîyê li zinarê li axir rojê
dê bi çengilê xafil û zalima girin û havêjne binê dojê ....
36- hey lawekî pîrano :
hola mine dure dirêj
min cindîyêt mîr dîtin di mest ne di gêj
borê xiwe bestibûn ji mêj ....
37- hey lawekî pîrano :
heke tû ney aşuq
û heke tû ney me’şûq
û heke te stêrek nebit li foq
tû dê çawa bi sûra pedşay bîye serê coq ....
38- hey lawekî pîrano :
heke te ne dilî kul
û heke te ne çavî zil
û heke te ne zimanî şil
tû dê bi kê key , û tû dê çawa bi surra pedşay bîye miraz hasil ....
39- hey lawekî pîrano :
heke te ne ser zenge lêvano
û heke te ne cehwerî li baskano
û heke te ne alînga nêva çavano
tû dê çawa bi sûrra pedîye bîye ser coqano ....
40- hey lawekî pîrano :
rojekê coqetêt zîyareta ,
dê pisêt pîra di ber berê mîrave xuşînin
pisêt pîra dê gilî û gazindêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xiwe gehînin
û pisêt pîra dê li ba mîrê xiwe rû spî mînin
xam û inkar û leng û berdoleng ,
dê di xurbetêt giran da mînin
dilê xudan îman û xudan irkana ,
çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin ....
41- hey lawekî pîrano :
rojekê coqetêt zîyareta ,
sicadêt kevne berana ,
dê di ber berê mêrave xuşînin
dê kevne berana ji toz û xubarêt vê xirabe fênîyê da weşînin
û kevne beran dê bi dêrevanêt bilindve lezînin
û kevne beran dê gilî û gazinêt vê xirabe fênîyê li ba mîrê xiwe gehînin
û kevne beran dê li ba mîrê xiwe rû spî mînin
xam û inkar leng û ber doleng dê di xurbetêt giran da mînin
dilê xudan îman û xudan irkan çu cara ji mêr û muhbeta sultan Şîxadî xalî na mînin....
42-hey lawekî pîrano :
ka ew durra ron di enya teda ?
ez nizanim ne te li temaya malê dinê da
û ne te reda nefsê da ....
43- hey lawekî pîrano :
belêkem belê
ew durra ron di enya min da
ne min li temaya malê dinê da
û ne min li rreda nefsê da
hew çerix û felekêt min li ba mîrê min man
felek gur bû hat û xiwe lêda ....
44- hey lawekî pîrano :
min gelek li vê dinyayê dîtin bi nav
û li axretê di bê nav ....
45- hey lawekî pîrano :
min gelek li vê dinyayê dîtin di bê nav
û li axretê bi nav .....
46- hey lawekî pîrano :
telbeya mîr bi ke
qest bi ke mezelêt pîra
mezelêt pîra meskenêt mîra
mîr wê li qatê heta roja om li qîyametê .....
47- hey lawekî pîrano :
telbeya hêkim bi ke
qest bike dilêt momina
dilêt momina meskenê hêkima
hêkim wê li qatê heta roja om li qîyametê ....
48- hey lawekî pîrano :
telbeya şêra bi ke
qest bi ke bîşêt tarî
bîşêt tarî meskenê şêra
şêr wê li qatê heta roja om li qîyametê .....
49- hey lawekî pîrano :
telbeya baza bi ke
qest bi ke dêrevanêt bilind
dêrevanêt bilind meskenêt baza
baz wê li qatê heta roja om li qîyametê ....
50- hey lawekî pîrano :
rojekê terqênîyek dê kefte erşane
û zumênîyek dê kefte qebirstane
ruh dê kevne ber hestîyan û xiwane
bira dê bakene birane
da bo xiwe bikeyin xêrane
îro ese li me axir zemane ....
51- hey lawekî pîrano :
rojekê axir zeman di bî
û terqênî li erşan di bî
û xubare li çîyan di bî
û ne kesî kesan di bî
û ne babê pisan di bî
û xam û inkar leng û berdoleng li wêderê nuqsan di bî
haweke yar û birêt axretê bi saxî bi ser gunekarêt biran di bî ....
52- hey lawekî pîrano :
rojekê dê pira zirav di derê dojêrra rakişînin
û zebênî dê bi gunekarave lezînin
şubêt gelek mêra
û cênîkêt gelek hurmeta
dê di destê zebênîyada mînin ....
53- hey lawekî pîrano :
rojekê xutbê di bî
qazî bi xiwe Xude dibî
hezar pê şun bi êkî di bî
ne xiwezîya ruha inkêr di bî
sed xozma mine bi wê ruhê emelê wî çê di bî ....
54- hey lawekî pîrano :
ewê rojê hezîm di bî
û qazî bi xiwe kerîm di bî
ne xiwezka bi ruha derewîn di bî
xiwezka mine bi wê ruhê amîn di bî ....
55- hey lawekî pîrano :
rojekê cebar di bî
kursîya pedşayî li xiwar di bî
ne xiwezka ruha inkar di bî
xiwezka mine bi wê ruhê xudan qiryar di bî ....
56- hey lawekî pîrano:
roja om li qîyametê
kes bi kêr kesî ne tê
yan şêxekî heqîqetê
yan pîrekî me’rîfetê
şêx û pîr hosta û merebî yar û birêt axretê
ew ferin bo me û sûnetê
îro dunya û subey bo bangê axretê ....
57- hey lawekî pîrano :
sultan êzî di bêjit :
bakene malêt adîya û bînin
û zebênî dê bi gunekareve lezînin
heke bi xoşi ne da ?
dê bi kotekî jê stînin ....
58- hey lawekî pîrano :
cêşekî xedare
û zebênî wê di kene gazî û haware
go : mala adîya wa ji me distînit gunekara ....
59- hey lawekî pîrano :
cêşekî xedare
û zebênî wê di kene gazî û haware
go: mala adîya wa ji me distînit gunekara
eve bû maşe me xilmetkara ....
60- hey lawekî pîrano :
sultan êzî di bêjte mala adîya :
heke hûn xatira min di bînin
hûn zebênîyêt min ne êşînin
hincî we bivêt , hincî we hiskir bo xiwe ji dojê derînin .....
61- hey lawekî pîrano :
gelî mala adîyano
di bêjme we bi heder
ew cindîyê rêya xiwe birye ser
ewî ji dojê bînine der ....
كتبها بحزاني نت في 02:19 مساءً ::
