BEYTA ŞÊX ALÊ ŞEMSA
Bi destûrî Xwedê
- Me yarek divêt, bila me bike minetê,
Ji Şerqê bixûne, Şamê vê xetê,
Ew mezela cidê me tê.
Ax dilo jaro, birîndaro,
Ne ji van cîya, ne ji van erda,
Xerîbo ezo.[1]
- Me yarek divêt, bila şefîq be,
Bila hemû rê û me’nîyay terîq be,
Ber dilê miskîn Şêx Alê şirînî şerîf be.
- Xetê me dibene,
Li dîwana Şîxadî ber her pênc terîqa vedikene,
Telî û tengîyê Şêx Alê Şemsa tê da hene.
- Xetê me şirînin,
Li dîwana Şîxadî ber her pênc terîqa datînin,
Telî û tengîyê Şêx Alê Şemsa tê da dibînin,
Li hidretê rûniştine û hêsira dibarînin.
- Xetê me ferêşin,
Bibine dîwana Şîxadî ber her pênc terîqê wî vekin û bêjin
Li hidretê rûnên û halê miskîn Şêx Alê Şemsa da hêsira birêjin.
- Xetê me bişînin,
Bibine li dîwana Şîxadî ber her pênc terîqa vekin û bixûnin,
Li hidretê rûnên ser halê miskîn Şêx Alê Şemsa da hêsira bibarînin
- Nesîhetê dikim we gelî kesa,
Miskîne Şêx Alê Şemsa,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Heft sala mabû li Şamê zîndan û hebsa?
- Ezî wexta gulbax bûm,
Mecalê seferê hatibû wext bû,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Şamê da gur û gef bû?
- Mexsûs heta semayê,
Dengê dûr qe wî nayê,
Ez hatime dengê dûr xwe ra bibim.
- Îlahîyo, te em nivîsîn,
Em şandin li erdekî cînar sîsî,
Dilê xurbetiyan qewî tîsî.
- Dilê xurbetiya jane,
Ez nanivim li van şevane,
Çavê miskîn Şêx Alê Şemsa şaqûl pêwra mane.
- Pêwrê me xuya bûn,
Heta hatim me ava bûn,
Ezî miskînî herî wa bûm.
- Pêwrê me hiltêne,
Çavê miskîn Şêx Alê Şemsa şaqûl pêra rê ne,
Min qey go, qasidê Mergêye,
Min nizanbû ji Şamê va boy min sêfîlê Xwedê va têne.
- Şevê dirêje bijon,
Heta hatim sibe dibû,
Hêsir ji çavê Şêx Alê Şemsa diçûn,
Ew hêsir ser ruyê Şêx Alê Şemsa bû perçum.
- Şevê dirêje dayî,
Pêwr û Mêzîn li ezmana bûne qayî,
Ez miskînim bûm, miskînî wayî.
- Şevê dirêje mezin,
Heta hatim sibe dibin,
Hêsir ji çavê miskîn Şêlx Alê Şemsa diçin,
Ew hêsir ser rûyê Şêx Alê Şemsa dibin perçim.
- Ez rûniştime û halê xwe da mame,
Kete bîra min Mergeh û Meqlûb, ew cî û mikane,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Heft sala mabû hebs û Şame?
- Ez rûniştime û halê xwe da digirîme,
Bînaya bazîkî çengbirî me,
Kê dizane ez ji ku va hatim û ku va çûme?
- Tarîgewrkê li min gewr kir,
Berê cibê li min zer kir,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Heft sala Şamê da gur û gef kir?
- Xwezila min hukimek serê,
Ez hin bigrîm, hin hesirê xûnê ji çavê min derê,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Heft salêa mabû seferê?
- Xwezila min hukimek ser hata,
Ez hin bigrîm, hin hêsirê xûnê ji çavê min der hata,
Ber min bûye Ferate.
- Ez emrê çûme teleb,
Biska muhibetê li enîyê bestiyarbû xeleq,
Kê dizane Şêx Alê Şemsa li şerqê bû,
Heft sala mabû li Şam û Heleb?
- Şam elê cindîya,
Xwezila min xwe bizanîya,
Ka dereca telî û tengîya çîye?
Min bi xwe serê xwe kirîye, derman lê nîye.
- Xwezila min bihata bihara dila,
Meha nava gula,
Em qesid bikin, herine nav mezela.
- Sitiya Gul xûşka mine,
Bila here li dîwana Şîxadî û Melek Şêx Sine,
Bike reca û dîleka mine.
- Sitiya Gul xûşka min dîsa,
Bila here li dîwana Şîxadî û Melek Şêx Sin da,
Bike reca û dîleka girtîyan û hebîsa.
- Li Çarşema serê nîsanê,
Deng bela bû nav êzidîyê Şerqê û Şamê,
Şêx Alê Şemsa ji zîndanê hate berdanê,
Şêx Alê Şemsa kerem kir û hat dîwanê,
Jêra kirin e’yda qurbanê, vekirin deftera îmanê.
- Halê min halê Denûne,
Min her du çavê xwe kirye zebûne,
Bila hezinya xatûn, xwe ra bigere xatûne.
- Halê min halê dibhêrî,
Kesê neda bû bêrî,
Xêncî[2] Teminî Dêrî.
- Teminê Dêrî westiya bû,
Cin Teyar lêda bû rewa bû,
Heft sala li wê derê mabû,
Heta ferwara Padşê min pêra bû.
- Halê min halê Sindebade,
Çi têcireke Misirê va dihate,
Sindebad bi merkeba xwe behrê va radiweste.
- Merkeba Sindebad şikestibû nava behrê,
Destê Sindebad mabû textê darê,
Qadirî Rehman dizanî li pê rê.
- Qadirî Rehman pê dizanî,
Ewî dareke merkebê serî lê hilanî,
Sindebad destê xwe lê weranî,
Dinya ron bîr anî, şikir ji te ya rehmanî!
- Halê min çi halekî peşmûne,
Cina ximitandibû Şim‘ûne,
Cina Şim‘ûn diximitand,
Binê behra da diaqûfand,
Ewî dinya ron ji bo xwe serifand.
«Em kêmin û Xwedê temame».
Ev beyte lêkolînvan û Qewilzanê hêja û qedir giran ( PIR DIMA ) ji welatê gurcistanê ji minra şandîye , gelek sopasîya wî dikem û serketinê jêrra dixiwazim.
Bedel feqir Heci
كتبها بحزاني نت في 02:18 مساءً ::
