بدل فقير حجي

الجمعة,كانون الأول 21, 2007


Beyta Nisra

 

Bedel feqîr Hecî

 

Nisra keça mîr mewlaye

Xatûneke pirr hêjaye

Xo li hîvîya surrê hêlaye …….

 

Nisra xatûneke pirr delale

Kire hisabê hezar sale

Axret ji xiwera kire rastemal ,

go : ev dinya puçe betale……

 

Mîr mewla xudanê dewletê

Nisra fikirî li hikûmetê

go: surrek dê dahir bit li rûyê vê ometê......

 

Nisra go ev dinya tuneye

Surek dê dahir bit wextê meye

Xoşya hingî heqê meye ......

 

Nisra bandiket milyaketa

Keyfa vê dinyayê li min xoş neke

Behişt heye bê şike ......

 

Bejin û bala wê ça şirîne

Peyva wê ji mêzîne

Dîtina wê têrbûn nîne ......

 

Nisra go: çi subeyek ji yêt xewleye

Min dît derwêşek hate mala meye

Go : Nisra van erkana ber nede ,

Êzîd dê dahir bit li wextê teye ......

 

Nisra bi kesîra ne dida cewabe

Dak u baba da cewabe

Go : ocaxa me betal nabe ......

 

Nisra cewab daye

Sultanek dê dahir bit pirr reng daye

Ne sed xozika wî rêya xo berdaye ......

 

Nisra wa didet cewaba

Guh nedene birînan u daxa

Behişt heye bîstan u baxa ……

 

Nisra go halê me ji halê we xoştire

Bedîla nehsed tev agire

Xozka ruha hingî bibe sere ......

 

Nisra xatuneke Şemsanîye

Kevokeka nû ferxîye

Kulîlkeke nû bijkivîye ……

 

Rengê wê ji kasêye

Peyva wê ji mêzînêye

Aqilê wê ji qudretêye ……

 

Nisra go heqe hûn bi sebirin

Şev û roja bi fekirin

Xam û enkar bi xo di demirin ......

 

Nisra go şîreta neken bi belaşî

Heke xiwace hatin vekirin derê qûmaşî

Xam û enkar dê mînin li paşî ......

 

Nisra go şîreta neken bi nezanî

Xo xelas bi ken ji vî zemanî

Ezim fedawîya wî sultanî ......

 

Ew sultanê em çêkirîn

Berî Adem dahir kirîn

Kî dizanit çawa em dayin ,

çawa em birîn ……

 

Ew Ademê me dîtîye

Hêvênê me yî batinîye

Eslê me yî fedawîye ……

 

Ew kî bu piştî Adem axî bû

Bi şola Xudê ney razî bû

Hêvênê me ji behra sipî bû ……

 

Wextê me dît pêla veda

Av xewidî mewca li meda

Sebra me têt bi kanîyêt zelal ......

 

Kanîyêt zelal bi sitirînin

Avêt xewidî tam tê nînin

Heke tavê da wê çikînin ......

 

Ji malê heram ne hesidin

Destêt wan wekî agirin

Birînêt wan ji yêt we kurtirin ……

 

Birînêt wan derman nabin

Ev dinya dê jê rabin

Dê di hebsêt tarîda hindabin ……

 

Ez çi bikem ez ne mêrim

Ez hevalêt xo di hijmêrim

Da bi fehim u aqil bi fikirim ......

 

Ez li hatinê fikirîm

Li ser hevalêt xo di girîm

Bedîl bihorîn û betilîn ......

 

Hevalêt min horîyêt delal

Runiştin li ser kanîyêt zelal

Wê di îsîyên weke find û şemal ……

 

Xozî ez mêrek bame bi dil û ceger

Min helgirtiba şîr û xencer

Da ez bame fedawîyê dura zer ……

 

Xozî ez mêrek bame ney ticare

Ne bi zêr û mal ney beqale

Da min kuştibane qetil helale ......

 

Xozî ez derwêşek bame yî xilmet kare

Da min ebadet kiriba li hedê sala

Da gehiştibame wan hevala ......

 

Xozî ez mêrek  bame yî ciwamêr

Xudê malek daba min têr

Da min hevalêt xo kirrîbane bi mal û zêr ……

 

Ez biqurbanîya wî heyranî

Dil û gelba min di zanî

Da em runêyin li dîwana wî sultanî ......

 

Ew sultane yî mezine

Hukim û hekamet da destê dujmine

Ew dizanit kî fedawîye û kî êmine ……

 

Ewan di got sultan Êzîd nayê

Sen’et çêkir agir dayê  

Cimhûrîye û palek dayê ......

 

Kerem rakir

Sin’et karkir

Çûyê ji me bawer naken ,

Dora weye xo xelas ken ......

 

Heke tû êkî dibînî

Hola te ye tû jê helînî

Li meyla dinê pê ne hesînî ......

 

Piris ne ke li hemû kese

Heke yî aşiqe ji xora bese

Heke yî fedawîye dê li te pirse ......

 

Heke tu aşiqî bi sebire

Bi şev û roj bi fekire

Xam û  enkar bi xo di demire ......

 

Li hemlê îmanê rabin

Ji xam û enkara cudabin

Hincîyê xiwarî dê cezabin......

 

Heke êkî divêt te bişkênîne

Tû xilmeta şêşimis dikey xo me tirsîne

Bela di zavin Şêşimis dê jêra îne ......

 

Bela dizavin Şêşimis dê li wan kar ket

Navê wan dê dinav kuştîya ket

Agir heye dê li wan bela ket ......

 

Ewan di vêt vî agirî bi temînin

Li ba hev runên da bi tefînin

Emrê jore na tefînin ......

 

Agir hilbû kefte şerqê

Pêt bilind bû kefte xerbê

Telpê fexir hate herbê ......

 

Hindek hene xudan xofa ji xora di kene ber bere

Ew nikarin serê xo rakin ji ber bê bexit û nebû kere

Ew di bê behrin li herdû sere ......

 

Gelek hene xo xurt diken

Ew nikarin eşîret û mileta qan’ biken

Ew bira û bira ji hev diken ……

 

Gelek hene xo di kene axa

Di bê sîqalin na meşin saxe

Herba giran dê li wan rabe ......

 

Xozî bihata ew dem û ew hîwan

Heqî û rastî dê ba temam

Temamtîya vî qewlî li navê Şeşimis û xudan ...................

 

Ev beyte min dubare bi şêwekî rêk û pêk û serrastkirî lişeva 1/ 2 /2005 li gundê Ba’edrê ji cem ruhanîyê Êzidîya pêşîmamê Şerfedîn ( Nu’man Elyas ) daye nivîsîn , hejîye bêjîn ku berî hingî bi du roja ewî bi destxeta xo ji minra li gel berêz kak Hesen Êsîyanî şandibû , supasîya wan dikem.