Eyşa Balê
yaman yaman yaman Eyşanê
yaman hevalê
hê biçûkê hê tefalê
bermalîka maleka giranê …..
Yaman yaman yaman
Yaman hevalê
navê xelkê minî delalî hoganî bişêranî Eyşana
bejna zirave mîna şitleka gula yeka rrîhana
wa xiweya dike li baxa li baxistana
li bexçê kurrê hemaylokê xiweya dike li devê hewdana
xelkê minî delal eve serê sê rojî temama,
nexiweşeka yemana
ezê rabim ji xelkê xiwey delalre li vê dinyayê bigerrim li textor û tebîb û dermana
ezê bi vê dinyayê ketim , ezê çome heta ba şêr heywanê Xiwedê şêrê binê dehlana
ev dinya Xiwedê mezine , ezê çome heta ba qulingê zozana
ezê çome heta ba masîyê binê behrana
ev dinya Xiwedê temam min li hevda , temama di go dermanê têlî Eyşana te nemana
dermanê têlî Eyşana te ser dana …..
yaman yaman yaman
yaman hevalê
wê li me qulibî rrojê didiwan û sisîyana
Ezê hatim vegerrîyame malê , min serê têlî Eyşana xiwe danî ser çokana
Min dî heval û hogirê Eyşanê hatin , di bên tu bi xiwedê kî tû ji merra bêjî Eyşana çawana
Şevê li me qulibîn nîvanê şevana
Firwara rreb el’almîn daket ji ezmana
( ji ezmana daket erdana )
ezê heyf û mixabina bixiwazim , min dî gerdena zere zêrrîn xiwe berdabû ser çokana
xizêma zere zêrrîn xiwe berdabû ser rrûkana
mi dî xelkê minî delal têlî Eyşana min ew çavê rreş û belek ji mirinêrra li hev dana
ruhkê xelkê minî delal horiya li ser desta li hev u du gêrrana
ruhkê xelkê minî delal têlî Eyaşana min li ser desta horîya kêşane Ezmana ........
yaman yaman yaman Eyşanê
yaman hevalê
hecî navê mirina têlî Eyşana min bihîstî , şêr heywanê Xiwedê min dî cî û meskenê xiwe berdana
qulingê zozana min dî berê xiwe dane vê qubletê germîyana
masîyê binê behra xiwe avîtine deştana
rroj li danê nîro edilî , sekinî li ezmana
mêr û milyaketa canê mi bi gorî , li ezmana dîwan gêrrana
mirîyê heftî salî rrabûn li ser tirbê xiwe sekinîn qerqerê (kefenê ) xiwe li serê xiwe pêçana
bandiken gelî mirîya rrabin , xuwîşka me Eyşan îşev li me mêvana ......
yaman yaman yaman
yaman hevalê
her demekî bi demêrra , dinya milkê Xiwedêye tim û timî ev dinya dimîne ji Xiwedêrra
dinya nemabû ji Sîyamend û Xecêrra
ev dinya Xiwedê ji mêjde , dinya nemabû ji Mecnûn û Leylêrra
dinya nemabû ji yekî weke Cumcumî sultênrra
dinya nemabû ji yekî weke Rostemî zalêrra
dinya nemabû ji Elîyê şêr şêrê Xiwedêrra
neh xelat ji ezmana daketibûn vê erda Xiwedê , sê xelat ji wan hatibûn jêrra
eve serê heft salî temame , şerr di kê bi gawirî berî bedlêrra
dinya nemabû ji Silêman pêxember û Bilqîs xatûnêrra
bi kelam û qudretê rreb el’alemîn di firrîyan di neqeba erd û ezmênrra
ev dinya Xiwedê ji mêjde, dinya nemabû ji yekî weke Boz begî lawê pîrêrra
dinya nemabû ji yeke weke Eyşa Balêrra
xiwedîya bîst û çar gustîlkêt zere zêrrîn di ser tilîyêrra
ezê mixabina bixiwazim , ew laşê gewrî nazik vî demê salê bimîne ji mişik û marê qebrêrra .........
ev strane min li roja 5/ 5 / 2006 li bacêrê Oldenburg ji cem honermendê hêja ( Têlî Şeker ) daye nivîsîn.
Bedelê feqîr Hecî
كتبها بحزاني نت في 01:49 مساءً ::
