Beyta Çarşembûyê (Beyta nesîhetêt çarşmbûyê )

كتبهابحزاني نت ، في 21 ديسمبر 2007 الساعة: 13:42 م

Beyta Çarşembûyê (Beyta nesîhetêt çarşmbûyê )

 

Bedel feqîr Hecî

1-

Çarşembû rojeka fadile

Melik fexredîn afrandibû ji eşiq û dile

Nasnedikir ruhêt çû xafile ……

2-

Çarşembû rojeke bi hisabe

Ji ba wan meleka hatî ev cewabe

Derîyêt xêra divekirîne ji rojhelat heta rojave ……

3-

Çarşembû perî kirase

Ji mera dana esase

Nabî xo ji tokê bikî xilase ……

4-

Çarşembû rojeke xase

Hincî mêrê sê rukina bo xo ji îmanê biket esase

Tawisî Melek yî qadire wê ruhê ji agirê dojê biket xilase ……

5-

Çarşembûyê xoşkir jîyan

Kesik kir deşit û çîya û zevî û zozan

Ew jî bi kerema pedşê minê  êzdan ……

6-

Çarşembû ji mera geleke

Çendî heyne si’ûd û feleke

Hemû bi destê Tawisî Meleke ……

7-

Dema çarşembû têt ji sipêde

Ebadetê bike ji Xudêra bi ta’et û zêde

Tawisî Melek li te diête fêde ……

8-

Dema çarşembû roj hiltêye

Hincî mêrê zû rabit ji xewa berê subêye

Medih û sena bi ket bo navê Xûdêye

Du’a Tawisî Melek ye lêye ……

9-

Tawisî Melek yî rêbere yî serwere

Ew melekê her û here

Ew dizanit li vê dinyayê çend qender ax û av û agir û bay û bere ……

10-

Ya Tawisî Melek tu melekê axretê û dunyayê

Tû bideye xatira çarşembûyêt her duwazide mehayê

Tû me li fecrê rakey ji xewê da bikeyin ebadetê û du’ayê ……

11-

Ebadet li me ye fere

Piris biken ji derwêşan û qelendere

Ka çarşembû çend bi xatire ……

12-

Derwêş û qelenderêt safîne

Ji îmanê bi ronahîne

Li çarşembûya di serdayîne ……

13-

Hatin serdayîn li çarşembûyan

Daxiwaz kirin ji maleke rehman

Ruhêt zalima bêxne dojê û devê maran ……

14-

hincîyê navê Tawisî Melek bîne

yefere çarşembûyê bisediqîne

TawisîMelek dê wê ruhê ji qeda û bela sitirîne ……

15-

Hincîyê wacibê çarşembûyê bînte cîye

Borê xo hefsarket li hemû cîye

Înşelahh TawisîMelek jê razîye……

16-

Wacibêt çarşêmbûyê li me fere

Neken li çarşembûyê çu zîyan û zerere

Dê cehwer den li dîwan û mehdere……

17-

li mehderê deng bi ke

Çarşembûya serê nîsanê reng bike

Emelê xo safî bike……

18-

Çarşembûyê emel xoş tê

Ji xêrê ji xilmetê ji xîretê ji ebadetê

Xozka wê ruhê bi cî bînit vê nisîhetê……

19-

Hat çarşembûya sore

Nîsan xemilandibû bi xorra

Ji batinda ye bi more……

20-

Hat çarşembûya sor û zere

Behar xemilandibû ji kesik û sor û sipî û zere

Me pê xemilandibû seredere……

21-

Hincîyê serederê bi xemilîne

Bila pisyar ket ev ji ber çîne

Eve xelatêt Tawisîmelek û sultan êzîne

TawisîMelek ewê malê ji qeda û bela di sitirîne……

22-

Bêjime we gelî sûnîye

Hîvîya li çarşembûyê zor hîvîye

Hincîyê ferzêt heqîqetê bînte cîye……

23-

Bêjme we gelî sûnetê

Li şeva çarşembûyê nefsê nebe şehwetê

Ji ber xatira axretê……

24-

Heke hûn digirin axretê

Li çarşembûyê neken xeletê

Da we bixûnin li baxê cinetê ……

25-

Dibêjme we ji heqîqetê

Hûn sist nebin li ebadet û me’rîfet

TawisîMelek dê dete we qewetê……

26-

Qewete ji îmanê , îmane bi nîşane

Tok û meftûl ,simbêl û girîvane

Evne di ferin bo mêrane……

27-

Hincîyê bi îmanê xo nas kir

Li çarşembûya serê nîsanê daxiwaz kir

TawisîMelek ew ruh xelat kir ……

28-

Hat çarşembûya ewilî

Durr bi renga xemilî

Ev dinya pê di kemilî……

29-

Hat çarşembûya faxirî

Ya TawisîMelek her tû yî qadirî

Te pîranî dahir kir û kire rukin ji ewilî ……

30-

Ya Tawisî Melek te ev dinya bi pîranî kir

Karê pîranî te qebûl kir

Karê bê pîranî te hez ne di kir …….

31-

Hat çarşembûya qere

Du’a ji melekê ekbere

Karê pîranî bi çite sere……

32-

hat qere çar şembûya qere

Hincîyê girîvanê heqîyê li bere

Tawisî Melek jêra mefere……

33-

Hat çarşembûya qere

Xelat ji melekê ekbere

Bo ruhê , ji îmanê gurrî diken çira……

34-

Çarşembû rojeke xuyane

Ev dinya temam bila pê bizane

TawisîMelek ji merra şehde û îmane……

35-

Çarşembû rojeke pake

Hincîyê farîqe bû ji make

Xaliq hemûya dê wefake……

36-

Çarşembû rojeke bi nîşane

Hîncîyê bi girit qedrê dayik û babane

Dayim dayim merkeba wî li behrêt giran ye melevane……

37-

Çarşembû rojeke emîne

Ezîz Tawisîmelekê min yi nav şirîne

Bi navê melik Şerfedîn , ji merra bûye dîne ……

38-

dîne û şik tê nîne

kesê di bêjit we nîne

melik Şerfedîn surra enîya wî distîne ……

39-

ya melik Şerfedînê minê her û herî

Tû bi deye xatira erid û ezman û dar û berî

Tû li me nekeye tengavî , zû li banga me werî……

40-

Tû li banga me werî Lalişê

Li çar şembûya serê nîsanê

Melek li adî ( Hadî) diqarit enkara bînte ser rêya îmanê ……

41-

Enkar di şikdarin

Xafil di kifarin

Li axretê di bê zarin

Cîyê bo wan vejwartî li axretê dojeye û narin ……

42-

Enkar çendî bi enkirit

Û xafil çendî bi kifirit

Li axretê cor û ezaba wî zêde di kitirit ……

43-

Hûn birênine heqîqetê

Ye tijîye ji ebadetê û me’rîfetê

Mixabin hûn xo bidene alî ji ber navê we tê ……

44-

Çarşembû roja sulhetê

Hincîyê bo xo bibîne edretê

Her çarşembû roja şefaetê ……

45-

Heke te bivêt ser xo rakey core

Zadekî li çarşembûyê bide dore

TawisîMelek yî xefûre , ew nûre li ser nûre ……

46-

Çarşembû rojeke girane

Hincî ruha bi ol û edeb û erkane

Ew dê hola xo bete ser holane ……

47-

Di bêjme we gelî êzidîyane

Xelatêt TawisîMelek bi gelek rengane

Xîreta dînî serê hemûwane ……

 

Temametî li navê Xudê û TawisîMelekê mêrane……….

 

Ev beyte sala 2004 babê min ji minra şandîye û wesa xuyabû kû bi destê berêz : Rênas Şero Birahîm Kişto hatibûwe nivîsîn , û hejîye bêjim kû sebeqên 37- 43 li ser dû pelên din yên cûda kû bi destê berêz pîr Xelat pîr Elyas pîr Ce’fo di nivîsîbûn li gel bûn , supasîya wan teva di kem……….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

أضف الى مفضلتك
  • del.icio.us
  • Digg
  • Facebook
  • Google
  • LinkedIn
  • Live
  • MySpace
  • StumbleUpon
  • Technorati
  • TwitThis
  • YahooMyWeb

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
التصنيفات : غير مصنف | أرسل الإدراج  |   دوّن الإدراج  


اكتب تعليــقك
الإسم الذي سيظهر على التعليق
مشتركي مكتوب
اسم آخر